Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in 2018-04-04 15:37:01 RIHA – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û wekîlên HDP’ê yên xwestin ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biçin Amarayê lê polîs û leşkeran ew asteng kirin. Ozturk got: “Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên birêz Ocalan girîng in.”  Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwest biçe gundê Amarayê ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat astengkirin. Şande ji avahiya HDP’a Xelfetî bi rê ket û xwest biçe gundê Amarayê. Di derketina Xelefetî de polîs û leşkeran destûr nedan ku şande biçe mala Ocalan a li Amarayê.     Di nav şandeyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, wekîlên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Dîlek Ocalan, Saadet Becerîklî, Aycan Îrmez, Mizgîn Irgat, Behçet Yildirim, Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, xwişka Ocalan Fatma Ocalan, aktîvîstên TJA’yê û gelek endamên DBP û HDP’ê hebûn.   Beriya şande biçe Amarayê li avahiya rêxistina HDP’a Xelfetiyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û wekîlên HDP’ê daxuyanî dan. Ozturk axivî û diyar kir ku Ocalan ji bo hemû gelan hêviya herî mezin e.    ‘OCALAN JI GELAN RE BÛ HÊVÎ’    Ozturk anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo kurdan û hemû gelên mazlum rojek girîng e û wiha got: “Em rojbûna birêz Ocalan pîroz dikin. Li dijî asîmîlasyon, qirkirina li ser gelê kurd, birêz Ocalan wek hêviyekê derket. Îro dema em lê dinêrin fikr û ramanên wî li her derê dibin ronî. Çend roj in li Xelfetî û Amarayê dorpêçkirin heye. Nahêlin ku kes bê Amara û Xelfetiyê. Faşîzm carek din rûyê xwe yê rast nîşan da. Lê ancax îro em li vir in û em dibêjin; Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên birêz Ocalan girîng in.”