Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin 2018-04-04 14:51:41   MANÎSA – Danişîna doza Manisa  hat dîtin. Heyeta dadgehê ku der barê 2 kesan de biryara berdanê, der barê 6 kesan de jî biryara berdewama girtinê da. Heyeta dadgehê destûr neda parastina kurdî bikin.    Li Manîsa piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de der barê siyasetmedarên kurd ên li Manîsa operasyonên siyasî hat destpêkirin. Di operasyonan de 138 kes hatin binçavkirin û ji wan 57 kes hatin girtin. Di operasyonên siyasî yên 2 salan de bi sedan endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Der barê 138 endam û rêveberên HDP'ê de ji heman dosyayê doz hat vekirin. Di danişîna yekemîn de 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê li Edlîyeya Manîsayê hatin darizandin. Di danişîna ewil de 25 siyasetmedarên kurd serbest hatin berdan.    Duyemîn danişîna doza 32 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê yên tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê berdewam kir. Heyeta dadgehê 3 dosyayên cuda kirin yek û dest bi darizandinê kir. Di koma yekem de Koma Saruhan cih girt. 8 jê girtî 22 kes hatin darizandin. 8 endam û rêveberên HDP’ê yên girtî û parêzerên wan amade bûn. Endam û rêveberên HDP’ê yên tên darizandin û xizmên wan jî doz şopandin. Piştî    HEYETA DADGEHÊ JI PARÊZER RE GOT: DENGÊ XWE QUT BIKE   Di danişînê de siyasetmedarê kurd Halil Aydemir, parastin kir û sucdariya der barê xwe de red kir. Dema Aydemir parastin kir heyeta dadgehê bê navber ket nava parastinê. Li ser vê yekê Prz. Fatma Ozdemir mafê axaftinê girt. Lê Heyeta dadgehê destê xwe li kursiyê xist û got: "Dengê xwe qut bike qut bike." û xwe hêrs kir. Serokê heyetê ji Ozdemir re got "Ji destpêka danişînê heta niha te xwe ji bo şer amade kiriye. Li ser vê yekê li salonê rageşî pêş ket. Li ser ve yekê Ozdemîr bertek nîşanî heyetê da û got: "Ger ku hûn dê wisa bikin werin hûn parastinê bikin' û helwesta dadgehê rexne kir.    DAXWAZA PARASTINA KURDÎ RED KIRIN   Piştre siyasetmedar Gulcihan Çelik û Ayşe Karagoz yên di danişîna berê daxwaza wan a kurdî hatibû redkirin dîsa xwestin bi kurdî parastinê bikin. Lê heyeta dadgehê dîsa daxwaza Çelîk û Karagoz ya parastina kurdî red kir.    Parêzera Çelîk û Karagoz Meral Kaban, jî diyar kir ku parastina bi zimanê zikmakî mafê mirovan ê bingehîn û mafekî zagonî ye. Di sala 2012'an de piştî gireva birçîbûnê ya 68 rojan ji bo parastina zimanê zikmakî zagon hatin guhertin. Bi redkirina parastina kurdî mafê muwekilên min ên parastinê tê binpêkirin. Îdianame bi delîlên bê kok û bê belge hatiye amadekirin.    Kaban xwest Şerafettin Koçyol, Abdurrahman Taş û Muharrem Demir ji ber demek dirêjin girtî ne bên berdan. Dozger jî xwest 5 kesên din bi girtî bên darizandin.    HEYETA DADGEHÊ BERDEWAMA GIRTINA 6 KESAN DA   Heyeta dadgehê jî piştî li siyasetmedaran guhdar kir navber da danişînê. Heyetê der barê Halil Aydemir û Abdurrahman Taş de biryara berdanê da. Der barê 6 kesan de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê danişina dozê taloqî 1'ê Heziranê kir. Danişina doza koma duyemîn jî dê di 11'ê nîsanê de û danişîna doza koma sêyemîn jî dê di 24'ê Nîsanê de bê dîtin.    Prz. Meral Kaban, pişti danişînê bertek helwesta dadgehê da û got: "Muwekilên me xwestin bi kurdî parastin bikin. Lê heyetê ev daxwaza wan red kir. Ev helwesta dadgehê polîtik û li dijî hiqûqê ye. Ev helwesta dadgehê nayê qebûlkirin.