Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir 2018-04-04 14:09:32   STENBOL -16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind, cezayê girtîgehê yê muebetê yê Îlhan Çomak ku 24 salin girtî tê darizandin, erê kir.    Îlhan Çomak ê 22 salin girtiye, 16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind cezayê wî yê muebetê ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê vê hat dayîn erê kir. Çomak ê di 21 saliya xwe de, gava xwendkarê zanîngehê bû bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hat girtin û di sala 2000’an di Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) de rastî cezayê îdamê hat. Çomak ê di Girtîgehe Şakran Îzmîrê de tê girtin, cezayê wî dûre vediguherînin muebetê. Piştî Dadgeha Bilind ev biryar erê kir, Çomak di sala 2001’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Awropayê da. DMME'ê di sala 2006’an de bi biryara “Darizandinek ne  adîlane çêbûye” Tirkiye mehkûmê tazmînat dayînê kir û xwest doza Çomak ji nû de bê dîtin. Doza Çomak di sala 2013’an de cardin hat dîtin. Di dawiya vê pêvajoyê de jî, biryara cezayê Çomak neguherî û 16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind îro cezayê Çomak erê kir.