Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan 2018-04-04 13:13:06   RIHA – Tirs û aciziya li dijî hezkirina gel a li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îsal jî dubare bû. Li Rihayê bi rêbazên Rewşa Awarte nehiştin gel rojbûna Ocalan a 69’emîn pîroz bikin û gel biçe Amarayê.    Îro rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ocalan îro dikeve 69’emîn saliya xwe. Bi boneya rojbûna Ocalan, neyê pîrozkirin, hemû riyên diçin gundê Amara ya Xalfetiya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bû, ji aliyê leşker û polîsan ve hatin girtin. Desûra gel a çuyîna gundê Amara nehat dayîn. Li tevahiya Rihayê barîkatan danîn pêşiya gel. Hefteyeke dawî ye li derdor û ser riya Amara leşker û polîs hatin bicihkirin û mala Ocalan kirin dorpêçê. Leşker û polîsên li ser riya Amara kirin pozîsyonê, kesên li ser nasnameya wan Xelfetî ne dinivîsand kesî bernedan navçeyê û Amara.    WEKÎLAN ASTENGÎ NAS NEKIR    Li gel hemû astengî û zextan jî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, wekÎlên HDP’ê û gelek welatî xwe gihandin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Xelfetiyê. Polîsan bi maşîneyên zirxî avahiyê dorpêç kir û nehişt heyet ji hundir derbikeve biçe Amarayê.    ROJNAMEGER TOPALOGLU Û 8 KESÊN DIN DI BINÇAVAN DE NE   Li gel hemû astengiyan Hevserokê DBP’a Rihayê Bek3ir Karakeçîlî, yên li gel wî derbasî gundê Amara mala birayê Ocalan, Mehmet Ocalan bûn. Karakeçîlî, hin rêveberên partiyê û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Haci Yusuf Topaloglu yên li mala Mehmet Ocalan diman, duh êvarê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin binçavkirin.     ROJBÛNA OCALAN PÎROZ KIRIN    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, li mala Ocalan lê ji dayik bûye daxuyanî da û li dijî astengî û zextan nerazîbûn nîşan da û rojbûna Ocalan pîroz kir.    Ocalan diyar kir ku bi rojan e gundê Amara di bin dorpêça leşker û polîsan de ye û wiha got: “Di nav van çend rojan de, her cûre zext û tundî li ser gundiyan hat kirin. Ji Riha û bajarên din bi sedan welatî û hilbijêrên xwestin bên gund hatin astengkirin. Li gel van hemû astengiyan gelê me yên ji bo rojbûna birêz Ocalan hatin Xelfetî û Rihayê, em spasiya wan dikin. Duh leşkeran bi ser mala em lê diman de girt. 9 hevalên me li vir hatin binçavkirin. Lê anxax li gel hemû zext û zordestiyan jî rihê demê li dijî Dehaqan dibe rihê Kawayan. Li gel hemû pêkanîna jî em ê xwedî li Ocalan derbekivin û em ê li ser vê esasî bi biryarî têkoşîna xwe dewam bikin. Di vê çarçoveyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz be.”