Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin 2018-04-04 11:22:54   MÛŞ – Li navçeya Kopê ya Mûşê di serde girtina malan de 15 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û lêgerîn li malan pêk anîn. Piştî lêgerîna li malan 15 kes binçav kirin. Navên kesên hatin binçavkirin ev in: Zekî Gun, Tahsîn Demîr, Devrîm Tanrikulu, Yakup Şahîn, Fesîh Çaglayan, Cuneyt Duran, Sadullah Demîr, Selahattîn Topçu, Îbrahiîm Kaltuş, Hayrettîn Yilmaz, Hîkmet Aras, Kerem Kayaalp, Yaşar Taş, Melîke Tozyilmaz, Mehmet Alî Çetînkaya.   Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û her 15 kesan jî birin Miduriyeta Polîsan a Mûşê.