Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da 2018-04-04 09:50:56 ÊLIH – Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’a Êlihê yê berê û rêveberê Odeya Avahîsazan (ÎMO) a Êlihê Huseyîn Oguzcan li Xarpêtê qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Birayê Oguzcan jî bi giranî birîndar bû.  Sekreterê Lîjneya Kordînasyona Bajêr (ÎKK) ê TMMOB’a Êlihê yê berê û rêveberê Odeya Avahîsazan a Êlihê Huseyîn Oguzcan li ser riya Xarpêtê qezaya trafîkê derbas kir. Wesayîta Oguzcan a bi plakaya 72 DC 970 û tangêra neftê vediguhezîne ya bi plakaya 72 DZ 128 li hev qelibîn. Bi dijwariya qezayê re otomobîla Oguzcan bû xurde û Oguzcan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Birayê Oguzcan, Seyîthan Oguzcan û kesê bi navê Emrullah Tural birîndar bûn.  Piştî ekîbên AFAD’ê, tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndaran rakirin nexweşxaneyên cuda yên Xarpêtê.    Cenazeyê ji bo otopsiye rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Gelek hempîşe û xizmên Oguzcan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî çûn nexweşxaneyê.    Piştî kar û barên otopsiye dê cenazeyê Oguzcan li Goristana navçeya Hezo ya Êlihê bê definkirin.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.