Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin 2018-04-04 09:23:27 MÊRDÎN - Parlamenterê Êzidî yê HDP’ê Alî Atalan, daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ên mûdaxile kirina Şengalê nirxand û got: “Şengal bû sedema bingehîn a winda kirina DAIŞ’ê. Ên êrîşî Şengalê bikin, dê mîna DAIŞ'ê winda bikin.” Parlamenterê Êzidî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Alî Atalan, daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ên piştî êrîşên TSK û komên selefî yên li ser Efrînê û mûdaxileya Şengalê kirin, nirxan û diyar kir ku piştî DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, win da kir.   ‘ERDOGAN DIXWAZE KARÊ DAIŞÊ YÊ NÎVÇÛ MAYÎ TEMAM BIKE’   Atalan, anî ziman ku êrîşî Şengalê kirin bi Efrînê ve girêdayî ye û wiha got: “Tu ferq dinavber hişmendî, bername û stratejiya DAIŞ û AKP’ê de tuneye.  Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, AKP bi destên komên selefî OSO’yan dike. Gelê Êzidî paratina xwe ya çewherî avakirin û xwe bi rêve dibin. AKP’ê ji vê yekê acize. Erdogan ji cihê ku DAIŞ’ê dest jê berdayî, berdewam dike. Li Şengalê DAIŞ’ê xwest Êzidiyan tune bike, lê nekarî. Îro Erdogan dixwaze vê temam bike. Piştî êrîşên Efrînê, berê xwe dayîna Şengalê bi awayekê vekirî tê wateya pênaseyên ‘jenosîtine.’”      ‘SEDEMA TIRSA WAN RÊVEBERÊN XWESERIN’    Atalan, di dewama axaftina xwe de wiha bilev kir: “Teqez divê pêşî li siyaset û stratejiya AKP’ê bê girtin. Li Rojhilata Navîn statuya kurdan naxwazin. Hêzên navneteweyî berpersê vê yekê ne. Ger AKP êrîş bike, hezên navneteweyî jî hevkarên van êrîş û sûcane. Rêveberiya gel û azadiya gelê Şengalê wan ditirsîne. Bi xwe rêveberina Êzidiyan li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan mînake. Ji ber vê yekê hêzên serdest ditirsin. AKP ji ronahiyê ditirse.”   ‘ÊN ÊRIŞÎ ŞENGALÊ BIKIN DÊ WAN BIKIN’    Atana, dest nîşan kir ku ên êrîşî Şengalê bikin, dê wina bikin û wiha bi dawî anî: “Êzidiyên li Şengalê, gava rastî fermanê hatin, bê zanebûn û ne rêxistin kirîbûn. Lê zane bûne û rêxistina xwe ava kirin. Ji ber vê yekê êdî xwe bi xwe rêve dibin û naxwazin bi tu kesêve girêdayî bin. Ên ku êrîşî Şengalê bikin dê mahkûmê qedera DAIŞ’ê bibin. Di bingeha windakirina DAIŞ’ê de Şengal heye. DAIŞ’ê di êrîşên Şengalê de winda kir. Divê Êzidî tu caran ruhê xwe yê têkoşer, rê û resmên xwe yên birûmet ji bîr nekin û tim li ber xwe bidin. Gelê Şengalê di serdemek wiha deye.”