Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin 2018-04-04 09:22:44 AMED -  5'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê parast ku desteserkirina malên Jiyan TV ku bi KHK'ê hat girtin, li gorî hiqûqê ye. Dadgehê doza ku xwediyê televîzyonê li rayedaran vekiribû red kir. Dadgehê sedema vê yekê jî cezayê ku berê RTUK'ê li televîzyonê birîbû hincet nîşan da.  Yekane Televîzyona Kirmanckî Jiyan TV, ya bi KHK'ê ya hêjmar 668 hat girtin, di 27'ê Îlona 2016'an de ji aliyê RTUK'ê ve ji platforma Turksatê hat derxistin û dawî li weşana wê anîn. Piştî vê yekê rêveberên Jiyan TV li dijî vê yekê doz vekirin. Rêveberên Jiyan TV ku weşana wan ji aliyê RTUK'ê ve hat girtin, bi riya parêzerên xwe serî li 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê dan û doz vekirin. Lê 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê parast ku desteserkirina malên Jiyan TV ku bi KHK'ê hat girtin, li gorî hiqûqê ye. Dadgehê doza ku xwediyê televîzyonê li rayedaran vekiribû red kir. Dadgehê sedema vê yekê jî cezayê ku berê RTUK'ê li televîzyonê birîbû hincet nîşan da. RTUK, parast ku karê wan kiriye li gorî hiqûqê ye.    Dadgehê biryara bi sedem nîşan da û di biryara bi sedem de wiha got: “Di doza lê hat nerîn de agahî û belgeyên ku di dosyayê de cih digire, bi riya UYAP'ê agahiyên hatin bi destxistin hatin nirxandin. Televizyona bi navê Jiyan TV ji ailyê RTUK'ê ji ber weşanên muzahîr ên terorê  bi dehan caran ceza lê hatiye birîn. li gorî vê yekê mijara ku qala doza wê tê kirin dijberiya hiqûqê nehatiye dîtin. Ji ber vê yekê serlêdana dozê hatiye redkirin.    Biryar hatiye dayîn ku Hezar û 253 TL mesrefa dozê ji kesê doz vekiriye aliyê Jiyan TV ve bê stendin. Parêzerê Jiyan TV Prz. Resul Temur, dê li dijî biryarê  serî li Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê daxwaza istinafê bike.