Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin 2018-04-03 23:45:59       RIHA – Wê sibê li Amarayê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bê pîrozkirin. Hevserokê DBP’ê yê Rihayê jî di nav de 9 kesên ji bo rojbûnê li mala Mehmet Ocalana a li Amarayê bûn hatin binçavkirin. Kesên ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan çûn gundê Amarayê û li mala Mehmet Ocalan man, dane êvarî cendirmeyan xwest kesên di malê de derkevin. Piştî kesên di malê de derneketin, cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan û bi biryara Serdozgeriya Komarê Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Bekir Karekeçîlî û rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Her wiha danê êvarî jî 4 rêveberên HDP’a Bozovayê  yên li Amarayê hatin binçavkirin.