Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin 2018-04-03 18:04:34 STENBOL - Li Zanîngeha Bogazîçî, 15 xwendekarên li dijî “Loqima Afrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê tune ye” û bi fermana Erdogan hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 15 xwendekarên di 19’ê Adarê de bertek nîşanî “Loqima Afrînê” dan û gotin “Loqima komkujiyê tuneye” û dûre Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan got ‘Emê wan nedin xwendin” û fermana binçavkirina wan dan, piştî îfadeya wan a dozger hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 15 xwendekarên li Edliya Çaglayana Stenbolê derketin pêşberî dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin”sewqî dadgehê hatin kirin.     Wendewariya malbat û hevalên xwendekaran ên li ber edliyê berdewam dike.