Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin 2018-04-03 16:42:34 STENBOL - Parêzerên Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 743’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir. Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Muharrem Şahîn bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 743 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.   Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 743 care tên redkirin.