Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn 2018-04-03 16:17:07 RIHA - Mustafa Dag ê di pîrozbahiyên 4’ê Nîsana 2009’an roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir bi boneya pîrozbahiyên 69’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan hat Rihayê. Pîr ê hat bajêr, bi Hevserokên Rêxistina HDP’a Rihayê Mehmet Şerîf Camci û Fîlîz Buluttekîn û rêveberên MEYADER’ê ku bi KHK’ê hat girtin re, malbat û gora Mustafa Dag ê di di pîrozbahiyên 4’ê Nîsana 2009’an de ji aliyê polîs û leşkeran ve hat kuştin ziyaret kirin.    Pîr û yên pêre, dest pê kê malbata Dag a li Taxa Qeruk a navçeya Pirsûsê ziyaret kirin û dûre bi hevre çûn ser gora Dag. Bavê Mahsum Karaoglan ê bi Dag re hat kuştin, Abdullah Karaaoglan jî beşdarî ziyareta gorê bû.        Piştî xwendina duaya ya li ser gora Dag, Pîr û yên pêre derbasî Pîrsûsê bûn.