Li Sêrtê 14 kes hatin berdan 2018-04-03 15:54:38 SÊRT – Di çarçoveya lêpirsîna Newroza Sêrtê de 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.  Bi hinceta beşdarî pîrozbahiya Newroza Sêrtê bûne di 30’ê adarê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 14 kes binçav kir. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Sêrtê 14 kes derxistin Edliya Sêrtê. Hevseroka HDP’a Sêrtê Necîbê Îlhan, Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mekiye Guzel, Hevserokê rêxistina HDP’ê ya navçeya navendî ya Sêrtê Gurî Toprak, rêvebera HDP’a Sêrtê Ayşe Ekîncî, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Suçîn û 9 kesên din derxistin dadger. Dadger bi şertê kontrola edlî her 14 kesan berda.    Ji Ekîncî gotina “şehîdên şoreşê” ya di çarçoveya Newrozê de bikar anî û ji Guzel jî axaftina wê ya têkildarî Efrînê hat pirsîn. Dê 13 kes di hefteyekê de carek û Guzel jî di hefteyekê de 3 caran dê biçin emniyetê û di çarçoveya şertê edlî de îmze biavêjin.