Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e 2018-04-03 14:25:46   ŞIRNEX – Welatiyan Cizîrê 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan pîroz kirin û Hevserokê DBP’a Şirnexê Yakup Barkin got: “Li ser navê gelê kurd yekane kesê muxatab bê girtin birêz Ocalan e.”    Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Cizîrê ya Şirnexê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şahî li dar xistin. Şahî li avahiya DBP’ê pêk hat û rêveberên partî û gelek welatî beşdar bûn.    Axaftina vekirinê Hevserokê DBP’ê ya Şirnexê Yakup Barkin kir û destnîşan kir ku Ocalan li dijî zilmê serî rakiriye û teslîmiyetê qet qebûl nekiriye û got: “Gelê kurd xwedî li van fikir û ramanan derket. Dibe ku Ocalan li Îmraliyê be, lê fikre wî di nav me de ye. Fikrên wî jig elan re rê dide nîşandan. Li ser navê gelê kurd yekane kesê muxatab bê girtin birêz Ocalan e.”    ‘MIFTE DI DESTÊ BIRÊZ OCALAN DE YE’    Hevşaredara Bajarokê Dêrgulê Ozlem Kutlu jî bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got: “Ji bo aştiya cîhanê rola Ocalan girîng e. Mifteya aştiya cîhanê di destê birêz Ocalan de ye.”    Piştî axaftinan welatiyan bi berzkirina sloganan rojbûna Ocalan pîroz kir. Di şahiyê de pasteyê nivîsa “Rojbûna te pîroz be ey Serok” jî amade kirin û dayika Adil û Egît Kuçuk ên di jêrzemînên li Cizîrê de hatin kuştin Nafîle Kuçuk paste birî û şahî bi dawî bû.