Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin 2018-04-03 13:45:36 AMED - Piştî 6 salan bi hinceta nîşaneya serkeftinê çêkirin û beşdarî Newroza qedexe ya sala 2012’an a Amedê bûn, li Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Aysel Tugluk, Hasîp Kaplan û Îbrahîm Bînîcî doz hat vekirin û 23 sal cezayê girtîhê ji wan re tê xwestin.  Piştî 6 salan bi hinceta nîşaneya serkeftinê çêkirin û beşdarî Newroza 2012’an a qedexekirî ya Amedê bûn, li Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Aysel Tugluk, Hasîp Kaplan û Îbrahîm Bînîcî doz hat vekirin û ji 10 salan heya 23 salan cezayê girtîhê ji wan re tê xwestin.   4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîanameya parlamenteran qebûl kir û parlamenter bi îdîayên “Ligel ne endamên rêxistinê, li ser navê rêxistinê sûc kirin”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Beşdarî civîn û meşên ji derveyî qanûnî bûyîn” tên sûcdarkirin.   Dê di rojên bêş de darizandin were dest pê kirin.