Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene 2018-04-03 12:48:36   ÎZMÎR - Ekolojîst Ertugrul Barka, diyar kir ku pêşniyarên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di asta gerdonî dene û got: “Ez dixwazim navenda Ocalan lê mezin bûyî bibinim.  Ezê biçim Amara û rojbûna Ocalan li wir pîroz bikim.”   Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Barka, diyar kir ku ew ji pêşniyara modela “Civaka Komûnal a Ekolojîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bandor bûye û fikrên xwe yên li ser pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan, polîtîkayên tecrîdê û pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê parve kirin.   Barka, anî ziman ku pêkanîna tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê berdewam dike û wiha axivî: “Divê tecrîta li ser Ocalan bi dawî bibe. Ramanên Ocalan ji aliyê gelê kurd ve hatiye pejirandin û wî mîna rêber xwe dibîn in. Gava min cara yekemîn axaftinên Ocalan bihişt, min fam kir ku kesayetiyek entelektuele. Ji roja dest pêkeve ez heyarên daneheva zanîn û awayê siyaseta Ocalanim. Hemû gotinên wî li ser jiyana min bandor dikin. Bi taybetî divê hemû kes modela wî ya  “Civaka Komûnal a Ekolojîk” lêkolîn bikin.”   ‘2 SALIN MIN ASTENG DIKIN, EZÊ ÎSAL BIKEVIM ARAMA’   Barka, da zanîn ku ew li hemû welatan geriyaye, cihê rojbûn û mezinbûna gelek rêberên welatên cûda dîtine û wiha pê de çû: “Lê min hîna cih û warê ji dayîkbûna Ocalan ne diye. Ez tim asteng kirim. Lê ji bo vê carê di pîrozbahiyên Amara yên 4’ê Nîsanê de cih bigirim, ez ê herim Rihayê.”