Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê 2018-04-03 12:47:59 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de şandeyek HDP’ê dê roja înê biçe Herêma Federe ya Kurdistanê û hevdîtinan bike. Di rojeva heyete de yekîtiya neteweyî ya kurd heye. Piştî geşedanên li Efrînê carek din girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd derket holê û di çarçoveya xebatên yekîtiyê de HDP biryar girt ku heyetekê bişîne Herêma Federa ya Kurdistanê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de heyeta ji parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Berdan Ozturk û endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Boga pêk tê dê roja înê biçe herêmê. Şande dê li herêmê biçe serdana partiyên siyasî û saziyên sivîl. Dê heyet li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî, Serokwezerî Herêmê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikumetê re hevdîtin bike. Heyeta HDP’ê dê biçe Silêmaniyê jî û bi rayedarên YNK’ê û Tevgera Goran û nûnerên gelek saziyan re hevdîtin bike.    Hat diyarkirin ku dê di rojeva heyeta HDP’ê û nûnerên herêmê de rewşa Rojava bigirin dest û mijara sereke jî li dijî êrîşên ser kurdan yekîtiya neteweyî ya kurd dê bê axaftin.    Heyet piştî serdanan dê di 8’ê nîsanê de vegere Tirkiyeyê.    Beriya niha jî şandeyên HDP’ê gelek caran çûbûn Herêma Federe ya Kurdistanê û bi rayedarên wir re têkildarî yekîtiya kurdan hevdîtin kiribûn. Herî dawî di îlona 2016’an de şandeya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de komek parlamenter çûbûn Herêmê û 3 roj sazî û dezgehan ziyaret kiribûn.