Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da 2018-04-03 12:45:03 STENBOL - Dayika Polen Unlu yê li navçeya Pirsûsê di êrîşa xwekuj de hatibû qetilkirin Şennur Unlu krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.  Di 20'ê Tîrmeha 2015’an de endamê DAÎŞ’ê êrîşa xwekuji li dijî ciwanên Sosyalîst pêk anî û di êrîşê de 33'ê ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji ciwanên hatin kuştin Polen Unlu bû. Dayika Unlu Şennur Unlu krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Unlu, dê piştî nimêja esir ya li Mizgefta Ensar ya Çekmekoyê li Goristana Îhlamurkuyu Çirçir bê defin kirin. Berdevka Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçî diyar kir ku Unlu weki dayika 33 rêwişên wexte têdikoşiya û li edaletê digeriya."