Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin 2018-04-03 12:21:29 HESEKÊ - Tevgera Xwendekarên Demokratîk li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi merasimekê navenda bi navê "Navenda Şehîd Hogir" vekirin. Tevgera Xwendekarên Demokratîk li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi merasimekê navenda bi navê "Navenda Şehîd Hogir"  bi tevlêbûna xwendekarên Kurd, Ereb, Suriyan û şandeya TEV-DEM'e vekirin.  Piştî bîranîna kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Rêveberên TEV-DEM`ê Canda Remo axivî û vekirina navendê li hemû xwendekaran pîroz kir û wiha got: "Pêwîste hemû xwendekar di belavkirina fikrên azadî û demokratîk de erka xwe pêk bînin. Ji aliyê xwe ve Endama Rêveberiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk Newroz Remê axivî û ev tişt anî,"Vekirina navendê wê bibe çavkaniya pêşxistina hişmendiya hemû xwendekaran."   EndamaYekîtiya Ciwanên Suriyan a Pêşverû Teleb Ferec jî axivî û da zanîn ku hemû gelên Bakurê Sûriyê di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û ji aliyê hikûmeta AKP`ê ve têne hedefgiritn, ji ber vê yekê pêwîste hemû ciwan li gorî pêvajoyê tevbigerin."     Dayîka şehîd Hogir vekirina navenda Xwendekarên Demokratîk li hemû xwendekaran pîroz kir. Paşê deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Hogir ve hate vekirin.