Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger 2018-04-03 11:51:47 STENBOL - Li Zanîngeha Bogazîçî, 15 xwendekarên li dijî “Loqima Afrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê tune ye” û bi fermana Erdogan hatin binçavkirin, li bendê ye wan sewqî dozgeriyê bikin.  Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, di 19’ê Adarê de xwendkara li dijî belavkirina “Loqima Afrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê tuneye.” Dûre Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan got ‘Emê xwendekaran nedin xwendin” û fermana binçavkirina xwendekaran dan. Piştî fermana Erdogan polîsan bi ser mal, dibistan û wargehên xwendekaran de girtin û 15 xwendekar binçav kirin. Li bendê ye xwendekaran sewqî dozger bikin.   Malbat û hevalên xwendekaran bi daxwaza serbest berdana xwendekaran, îro dê li ber Edliya Çaglayana Stenbolê saet 13.00’an de daxuyanî bidin.