Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal 2018-04-03 11:35:03 STENBOL – Bi boneya “Rojnivîska vekişînê” nivîskarê T24 û rojnameger Hasan Cemal ji cezayê 13 salan dihat darizandin û ku berat kir, 3 meh û 22 roj ceza lê hat birîn.  Nivîskarê T24’ê û rojnameger Hasan Cemal di 2013'an de dema vekişîna PKK’ê ya derveyî sînorê Tirkiyeyê şopand û dîziyê nivîsa “Rojnivîska vekişînê” nivîsandibû. Cemal bi sedema van nivîsan heta 13 sal cezayê hepsê dihat darizandin. Cemal ji vî cezayê berat kiribû. Piştî 2’yemîn Dadgeha Daîreya Cezayê Edliya Herêmî ya Stenbolê di 10’ê mijdara 2017’an xera kir, Cemal carek din derket pêşberî dadger. Danişîna doza Cemal li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Cemal û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Piştî parastina parêzer, heyeta dadgeha bi hinceta “Propaganda rêxistinê kiriye” 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Cemal.