Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin 2018-04-03 10:24:28 WAN – Li Wanê duh êvarê zarokek bi navê B.K. ê 8 salî winda bû û îro cenazeyê wî hat dîtin.  Li taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtana Wanê zarokê 8 salî B.K. winda bû. Îro serê sibê cenazeyê B.K. hat dîtin. Ji duh êvarê ve ji bo dîtina zarok lêgerîn pêk dihat. Di lêgerînê de cenazeyê B.K. 4 kîlo mîtro dûrî malê di qenala Şamranê de hat dîtin. Cenazeyê zarok ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.