Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê 2018-04-03 10:22:11   ŞIRNEX – Xwînerên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welat ên li Şirnexê wiha gotin: “Tew maye mala me ku qeyûm tayîn nekirinê. Çapemeniya rast dibêje naxwazin.”    Li Stenbolê di 28’ê adarê de polîsan bi ser avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de girtin. Pişt re ji aliyê TMSF’ê rojname û çapxane hat desteserkirin û qeyûm tayîn kirin. Piştî tayînkirina qeyûm ji ber rojnameya Welat a tekane li Tirkiyeyê weşana kurdî dike çapxane nedît û hemû çapxaneyên din deriyê xwe lê girtin, neçar ma ku dawî li çapa xwe ya kaxizê bîne. Welat dê li ser înternetê weşangeriya xwe dewam bike. Xwînêrên rojnameyan ên li Şirnexê bertek li hember zextên li ser çapameniyê nîşan dan û gotin: “Yên ku dengê gelê kurd radigihînin, kes nikare dengê wan qût bike.”    'ÇAPEMENIYA RAST NAXWAZIN’    Xwînera rojnameyan Yildiz Elçîoglu diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê li her qadê dewam dike û got: “Em ê xwedî li kevneşopiya rojnamegeriya azad derbikevin. Dê bi zextan çapemeniya azad xelas nebe. Dibêjin ‘Hûn ê wek min bin û wek min biaxivin. Heke ku hûn wiha nebin ez ê zextan li we bikim.’ Çapemeniya ku heqîqetê vedibêje naxwazin. Ew derewan dikin. Ji bo vê yekê jî zextan dikin. Tew ew maye ku qeyûm tayînî malê me nakin.”    'NIKARIN DENGÊ DAYIKAN QÛT BIKIN’   Dayika Aştiyê Ayşe Hezer jî anî ziman ku hikumet dixwaze çapemeniyê yek deng bike û wiha got: “Çapemeniya kurd, dengê dayikan e. Dixwazin bi zextan dengê dayikan qût bikin. Ne pêkan e ku ew bi van zextên xwe bi ser bikevin.”    Hamîde Sevîcî jî zextên li ser çapemeniya kurd şermezar kir û got: “Çapameniya kurd dengê me ye.”    Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Resûl Sadak jî destnîşan kir ku di serdemên derbasbûyî de jî heman zext li ser çapemeniya kurd hebûn û wiha got: “Ferqa qeyûmê tayînî şaredariyan û rojnameyê kirin ji hev nîne. Divê li dijî zextan em xwedî li çapemeniya azad derbikevin. Nikarin çapemeniya ku dengê gelê kurd radigihînin qût bikin. Em hin bêtir xwedî li çapemeniya ku dengê me radigihîne derbikevin.”    'JI BO RÛYÊ ŞER DERDIXE HOLÊ DI HEDEFÊ DE YE’    Murat Şen jî bertek xwe wiha anî ziman: “Dixwazin me kor bikin û lal bikin. Ev nayê qebûlkirin. Çapemeniya kurd rûyê rastî û pîvanên şerê li Kurdisanê diqewime derdixe holê. Ji bo vê yekê jî dikin armanca êrîşên xwe û qeyûm tayîn dikin. Lê qet nikarin me bêdeng bihêlin. Li gel hemû zextan jî em ê xwedî li çapemeniya xwe derbikevin.”    Şahîze Dîlîm jî nerazîbûn nîşanî zextên li ser çapemeniya kurd da û got: “Ev çapemenî dengê jinan, zarokan û gelê kurd e.”