Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin 2018-04-03 09:47:58 AMED - Faîlên Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ên di pîrozbahiyên roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin kuştin heya roja îro nehatine dîtin. Malbata Karaoglan, diyar kir ku qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin û got: “Piştî zarokên me bi dehan zaroka hatin kuştin.” Di 4’ê Nîsan 2009’an de ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehhezaran kes berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfeta Rihayê, lê rastî astengiyên leşker û polîsan hatin. Li ser vê yekê bûyer derketin û di ser bûyaran re 9 sal derbas bûn. Mirovên ku ji wesayîtên xwe derketin û xwestin di nava zevî û giran de biçin gund, polîsan êrîşî wan kirin û di êrîşan 60 kes birîndar bûn, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan jî jiyana xwe ji dest dan. Derbarê kuştina wan de Dozgerê Komarê yê Bêrecûkê lêpirsîna da dest pê kirin, lê heya roja îro di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye.   Malbata Mahsum Karaoglan ê bi Mustafa Dag re hat kuştin a li navçeya Erxeniya Amedê dijî, berî 9 salan hawar kiribû ku “Bila êdî Mahsumên din neyên kuştin.”   ‘QATILÊN MAHSUM QETILKIRINA MIROVAN BERDEWAM DIKIN’   Mahsum dî temenê xwe yê zaroktîyê rastî tundiya dewletê tê. Ji ber rastî êrîşan tê, neçar dimîne bi malbata xwe re berê xwe bidin navçeya Buca ya Îzmîrê. Piştî bi salan cardin vedigerin Amedê û Mahsum Beşa Bîrkariyê ya Fakulteya Fen-Edebiyat a Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike. Mahsum hêdî hêdî bi aktîf beşdarî xebatên ciwanan dibe.    Dayîka Mahsum Sultan Karaoglan, diyar kir ku piştî Mahsum zanîngehê qezenc dike, êdî hemû jiyana xwe dide têkoşînê û wiha axivî: “Evqas sal derbas bûn hîna jî qatilên kurê min bê cezane. Ez tenê dixwazim qatilên kurê min bên girtin, darizandin û ceza kirin. Qatilên Mahsum hîna erka xwe pêk tînin û weke ku tiştek nebûye jiyana xwe berdewam dikin. Cardin ciwanên mîna Mahsum qetil dikin. Piştî wan dikujin jî ji wan re dibêjin ‘terorîst.’ Ew bixwe terorîstin. Navê xwe li hinekên din dikini. Êdî dixwazin ev kuştin bi dawî bibin.”   ‘BI DEHAN MEHSUM QETIL KIRIN’   Bav  Abdurrahman Karaoglan jî, diyar kir ku kurê wî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan xwest biçe Amarayê û wiha bilêv kir: “Ên ku kurê min kuştin hîna li ser erka xwe ne. Piştî kurê min bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Bi qetilkirinê kurd xelas nabin. Bi sane bi dehan Mahsum qetilkirin. Ciwanên me di bodruman û kolan de qetil kirin. Desthilatdariya niha tenê navê xwe guhert. Di serdema Demîrel, Mesut Yilmaz û Çîller de jî bi sedan kurd qetil kirin. Tayyîp Erdogan li gorî daxwaz xwe kurdan qebûl dike. Erdogan îro, li kurdên ji derveyî Îmraliyê digere. Lê êdî kurdekê wisan jî nabîne.”   ‘ÊN KU 50’Î HEVALÊN MAHSUM GIRTIN, QETILÊN WÎ NEDÎTIN’   Hevalê Mahsum Cîhan Olmez ê Zanîngeha Dîcleyê jî, anî ziman ku piştî Mahsum hat zanîngehê û şûn de dinava tevgera xwendevana de rola pêşengtiyê girt ser xwe.    Olmez, dest nîşan kir ku gava Mahsum hat zanîngehê pirsgirêka xwendekarên li wargehê diman hebû û wiha axivî: “Ji bo em van pirsgirêkan derbas bikin me çalakiyên boykotê pêk anîn. Mahsum di van çalakiyan pêşeng bû. Gava li Amarayê birîndar bû, ger ambulans dereng neçûya dê Mahsum jiyana xwe ji dest nedaba. Piştî şehadeta Mahsum li şûna faîlên wî bigirin, hevalên wî binçav kirin.  Bi hinceta şermezar kirina kuştina Mahsum, 50’î hevalên wî binav kirin û girtin. Di dosyeya derbarê kuştina wî hat vekirin de faîle tenê jî nedîtin. Mîna hemû kurdên bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dayîn, dosyeya Mahsum ser hat girtin û bêyî ku ceza bidin kesekê qedandin. Her çiqasê faîl nehatibin cezarkirin jî, lê di wijdana gel de desthilatdariya AKP’ê û yên ev kirin sûcdarîn. Hîna jî li dijî ne cezarkirinê em bi bertekin.”