Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin 2018-04-03 09:20:34 AMED – Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê, bi karkerên teşeron ên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbiyê ku bûn kadro, taahutnameyek da îmzekirin. Di vê taahutnameyê de tê diyarkirin ku eger di encama lêpirsîna ewlehiyê de ji kar bên derxistin ew ê nikaribin doza tazmînatê bikin.  Karkerên taşeronî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê dixebitin û bûn kadro, Mirduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê taahutnameyek bi wan da îmzekirin. Di vê taahutnameyê de tê diyarkirin ku eger di encama lêpirsîna ewlehiyê de ji kar bên derxistin ew ê nikaribin doza tazmînatê bikin.   Xebatkarekî ku taahutname îmze kir, ev tişt îdia kir: “Dema Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan hat Amedê, beşdarbûyîna kongreyê li me ferz kirin. Bêyî dilê xwe em çûn kongreye û li wir posterên Tayyîp Erdogan xistin destên me û wêne kişandin. Hin hevalên me yên nehatin kongreye jî, di lêpirsîna ewlehiyê re derbas nebûn.”