Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere 2018-04-03 09:19:17 AMED – Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cûmalî Atilla, nivîs ji Muşavirtiya Hiqûqê re şand ku der barê dozên tazminat û vegera ser kar ên karkerên bi KHK’yan ji kar hatine derxistin parêziyê bikin.  Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cûmalî Atilla, nivîs ji Muşavirtiya Hiqûqê re şand ku der barê dozên tazminat û vegera ser kar ên karkerên bi KHK’yan ji kar hatine derxistin parêziyê bikin. Her wiha qeyûm di nivîsê de navê 42 xebatkarên şaredariyê yên bi hinceta ewlehiyê peymanên wan ên kar hatin fesixkirin jî li nivîsê bi cih kir. Di nivîsê de hat destnîşan kirin ku, li hemberî dozên tazmînat û vegera ser kar a kesên bi hinceta ewlehiyê ji kar hatine derxistin, parêzî bê kirin û berjewendiyên şaredariyê bên parastin.