Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin 2018-04-03 09:17:39 ÊLIH – Subhet Tekîn, ku 10 sal berê hevjînê wê mir û ji ber bêderfetiyan zarokên xwe ji dibistanê girt, niha ji ber ji 28 hezar lîreyî zêdetir deynê ceryanê hindik maye xaniyê wê ji dest biçe.  Subhet Tekîn ku li Taxa Petrolê ya Êlihê dijî û 10 sal merê hevjînê wê mir, ji ber bêderfetiyan nikaribû zarokên xwe bide xwendin. Du zarokên Tekînê hene û temenê wan 17 û 14 salî ne. Yek ji wan di maxezeyeke kincan de dixebite û mehê 500 lîre meaş werdigire û yê din jî kaxezan berhev dike û mehê nêzî 300 lîreyî qezenc dike. Her wiha Tekîn mehê 210 lîre jî meaşê êtimiyê distîne. Lê belê ji roja ku hevjînê wê miriye heta niha, nikaribûye heqê ceryanê bide. Tekîn, di xaniyekî mistaqil û du odeyî de rûdinê û ji ber bêderfetiyan xaniyê wê wekî kavilekê dixuyê.    'DIBE KU MALA MIN JÎ JI MIN BISTÎNIN’    Ligel pirsgirêkên tenduristiyê, Tekîn astengdar e jî û herî dawî demek berê dema diçe nexweşxaneyê hîn dibe ku astim û nexweşîna bêhnstendinê jî lê peyda bûye. Tekîn, bi lêv kir ku ji roja ku hevjînê wê miriye heta niha wê nikaribûye heqê ceryanê bide û gelek caran fatûreya wê li ser hezar lîreyî dihat. Tekîn got: “Eger zarokên min jî nexebitin, nizanim min ê çi bikirana. Di dest min de nêviyê hîseya vî xaniyê ku ji hevjînê min ji me re maye heye. Ji ber ku fatûre ketine ser heve, ditirsim xaniyê min jî ji min bistînin.”    ‘DIXWAZIM ZAROKÊN MIN BIXWÎNIN’    Tekîn, diyar kir ku ji ber nexweşînên ew nikare bixebite. Tekîn bi lêv kir ku xaniyê wê bi rutubet e, siwaxa wê ketiye û zivistanê jî ji ber sermaye nizanin dê çi bikin. Tekîn got: “Îsal ji ber ku li Êlihê berf nebariya, siûda me hebû. Ji xaliyên li mala min heta amûrên metbaxê cîran û xwedaxêran dan min. Dixwazim 28 hezar û 293 lîre deynê ceryanê bê betalkirin. Çimkî nikarim bidim. Ji ber xwarina me tune ye, mecbûr mam zarokê xwe ji dibistanê bigirim. Dixwazim zarokên min bixwînin, lê quweta min têr nake.”    Tekîn siwaxa mala xwe ya weşiyayî nîşan da, diyar kir ku tu ewlehiya wan tune ye û got: “Aha, di quncikan de hûn asîmanan dibînin. Tirsa min a mezin ew e ku, rojekê ev xanî bi ser serê me de xera bibe.”