Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike 2018-04-03 09:16:54 RIHA – Hevalên zarokatiyê û gundiyên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, amadekariyên pîrozbahiyên ku dê li Amarayê pêk bên dikin û gotin: “Li van deran tu kes tune ye ku ji serok hez neke. Wekî her sal em îsal jî amade ne ku mêvanên ji bo rojbûnê bên vehewînin.”  Wekî her sal, dê îsal jî rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li gundê Amara yê navçeua Xelefetî ya Rihayê bê pîrozkirin. Hevalên Ocalan û gundiyên wî, anîn ziman ku ew ji bo vehewandina mêvanên ku dê ji bo rojbûnê bên amade ne.    ‘LI VAN DERAN TU KES TUNE YE KU JÊ HEZ NEKE’    Sadik Karadenîzê 60 salî, diyar kir ku di serdemên ku pîrozbahiyên rojbûnê serbest bûn de, tu pirsgirêk rû nedidan û xwest îsal jî ji bo pîrozbahiyê pirsgirêk rû nedin. Karadenîz diyar kir ku sala çûyîn ji kesên ji ber pîrozbahiya rojbûnê hatin binçavkirin yek jê jî ew bû got: “Mirov dixwazên bê pirsgirêk û rageşî bên û  rojbûnê pîroz bikin. Sala çûyîn ji ber ku me 4’ê Nîsanê pîroz kir em hatin binçavkirin. Ji me re gotin ‘ji bo çi hûn tev li pîrozbahiya rojbûnê bûn.’ Me jî got, pîrozkirina rojbûnê ne sûc e. Ji ber vê yekê çend caran min birin qereqolê. Min di sala 1976’an de serok dît. Serok mirovekî baş û dirust e,zirara wî nagihîje tu kesî. Nemaze jî di warê hevaltiyê de bal dikişand. Li van deran tu kes tune ye ku ji serok hez neke. Wekî her sal em îsal jî amade ne ku mêvanên ji bo rojbûnê bên vehewînin. Ji ber ku mirov ji serok hez dikin, ji bo pîrozkirina rojbûna wî tên.”    ‘BAL DIKIŞAND’    Pismamê Ocalan, Mehmet Raşît Ocalan ê 75 salî yê li Amarayê dijî jî, behsa hevaltî û mervantiya Ocalan kir: “Ji ber serok ji min biçûktir e, zarokatiya wî baş dizanim. Her çend ji me biçûktir be jî, bi sekna xwe û nêzîkatiya xwe bal dikişand. Her wiha karê ku wî li gund dikir, kesî nikaribû bike. Mirovekî zaf jêhatî bû. Dema bû karmendê kadastroyê diçû û dihat. Dema me digot ‘Abdullah êdî bes e, wa tu bûyî karmend ne hewceyî xwendinê ye’, digot ‘Ev ji bom in ne tiştek e. Ez ê beşên hîn bilintir bixwînim.’ Bi rastî jî wisa çêbû. Dema li ser tiştekî bifikiriyana ew pêk dianî. Paşê çû fakulteya hiqûqê û dû re dev jê berda û çû siyasetê. Tim li pêşerojê difikirî. Di dibistanê de xwendekarekî zîrek bû. Dema li gund bû, ji mizgeftê dernediket. Bavê wî jî wisa bû. Di warê olê de bi qasî miftiyekî zana bû. Tevî serok em heval tim li derveyî gund li hev kom dibûn. Hevaltiya wî zaf baş bû. Navbera wî û gundiyan baş bû. Mirov jê hez dikirin, esas digirtin. Dema me ji kesekî hez nekirina, bi wan re jî eleqedar dibû, pêwendî bi wan re datanî, dijminatiya wan nedikir.”    ‘KA JI KU SÛC E’    Pismam Ocalan, destnîşan kir ku ew her sal rojbûnê pîroz dikin û mêvanan vedihewînin. Ocalan got: “Îsal jî em amade ne mêvanan vehewînin. Sala çûyîn ji ber ku me rojbûn pîroz kir em binçav kirin. Me li wir jî got, em her sal pîroz dikin û ev yek ne sûc e. Ka kuderê pîrozkirina rojbûnê sûc e, hîn jî me fêm nekiriye. Îsal jî em naxwazin tiştek biqewime. Helbet rojbûna serok ji ya mirovên din cuda ye. Serok ne mirovekî ji rêzê ye. Em rojbûna zarokên xwe jî pîroz dikin, lê belê rewşa serok cuda ye. Ji ber civak jê hez dike, her sal mirov tên Amarayê û rojbûna wî pîroz dikin.”    ‘EM AMADE NE MÊVANAN VEHEWÎNIN’    Mûstafa Toygûn ê 51 salî jî got: “Mirov ji bo pîrozkirina rojbûnê di 4’ê Nîsanê de tên Amarayê. Hin salan pîrozbahî bê pirsgirêk derbas bû. Îsal jî em dixwazin tiştek neqewime. Em gundiyên Ocalan amade ne mêvanan vehewînin. Di vî warî de çi ji destê gundiyan bê, dê bikin. Min di salên 70’yî de serok dît. Hatibûn gund. Tevî komeke hevalê xwe ku Haki Karer jî di nav de hatibûn. Serok yekî dirêj bû û bal dikişand.”    MA /  Haci Yusuf Topaloglu