Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê 2017-10-09 14:05:06   STENBOL - Wergêrvana serwîsa nûçeyên derve ya Nûçeyên Ajansa Etkînê (ETHA) Meşale Tolu ku 5 mehin girtî ye, di 11'ê Cotmehê de derdikeve pêşberî dadgehê. Ji bo Rûniştina Tolu banga tevlêbûna rûniştinê hat kirin.    Wergêrvana serwîsa nûçeyên derve ya Nûçeyên Ajansa Etkînê (ETHA) Meşale Tolu 5 mehin girtî ye. Rûniştina doza Tolu dê di 11'ê Cotmehê de li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya rûniştina doza Tolu malbat û hevalên Tolu li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de bavê Tolu Alî Riza Tolu û hevalên wê amade bûn. Li salona ÎHD'ê pankarta "Rojnamegeri ne sûc e. Ji Meşale Tolu re azadî" hat vekirin. Midûra Karên Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan daxuyanî da. Okatan, bal kişan ser rastiya çapemeniya azad û wiha got: "Ji Hasan Fehmî heta Musa Anter, ji Rupen Sevag heta Hrant Dink, ji Huseyin Deniz heta Metin Goktepe bi sedan şehîdên çapemeniyê hene. Bi kuştin, sansur û girtinan xwestin bigirin. Xwestin tune bikin û bêdeng bikin. Ev rastiya çapemeniya azad e." Okatan herî dawî anî ziman  ku doza Tolu di 11-12'ê Cotmehê de li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin û xwest her kes beşdarî rûniştina doza Tolu bibe.    Bavê Meşale Tolu Ali Riza Tolu jî anî ziman ku keça wî Meşale dîl hatiye girtin û wiha got: "Ez 40 salim li ewropa dijîm. Heta niha rastî tiştekî wisa nehatime. Ewil digirin û piştre li delîlan digerin. Ev nîşaneya bê hiqûqiyê ye."