Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn 2018-04-02 17:23:19 COLEMÊRG - Rojnameger Evîn Buldan a di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li ser gara wê hat bibîranîn. Di bîranînê de meta Buldan Şarîstan Buldan axivî û got: “Evîn ji şoreşê pir hez dikir.” Rojnameger Evîn Buldan gava edîtortiya Rojnameya Rojeva Medya dikir, di 2’yê Nîsana 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Buldan di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Gevera Colemêrgê hat bibîranîn. Malbat û hevalên wê yên rojnameger beşdarî merasîma bîranê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.    'EVIN PIR JI ŞOREŞÊ HES DIKIR'   Li ser navê malbatê meta Buldan Şaristan Buldan axivî û wiha got: “Îro roja me Evîn winda kiriye. Evîn ji şoreşê pir hes dikir. Bi salan dinava çapemeniya azad de cih girt û xebitî. Em dizanin ku niha li ser rêça Evîn bi sedan hevalên wê bi heman awayî rastiyan nivîsin. Heya ku em bijîn, emê en Evîn û ne jî têkoşîna wê ji bîr bikin û emê tim bidin jiyîn.”   'RÊYA ME RONÎ KIR'   Dûre apê Buldan Hasan Buldan, axivî û wiha bilêv kir: “Têkoşîna Evîn rêya me ronî kir. Ji ber vê yekê emê qet ji bîr nekin. Ji bo rastî derbikevin holê Evîn têkoşiya û li ber xwe dan.”   Piştî axaftinan, malbat û hevalên Buldan gul danîn ser gora wê.