Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin 2018-04-02 16:36:21   ŞENGAL - Gerîlayên HPG û YJA- Starê yên li Şengalê, bi merasîmek heybet xatir ji gelê Şengalê xwestin û ji aliyê gelê Şengalê ve hatin oxirkirin.    Gerîlayên HPG û YJA-Starê ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi hawara gelê Êzidiyên Şengalê ve çûn, di nava çar salan de gel parastin û kirin ku civaka Êzidî bibin xwedî hêza siyasî û parastinê. KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku gerîlayan bi rengekî serketî erk û wezîfeya xwe bi cih anîne û ji ber ku gelê Êzidî êdî dikare xwe biparêze, gerîla dikarin bi dilrehetî ji Şengalê vegerin baregahên xwe. Berî niha bi demekê hin komên gerîla ji Şengalê derketibûn. Koma dawî jî ji Çiyayê Şengalê bi merasîmek heybet xatir ji gel xwest û ber bi bareganên xwe ve ketin rê. Şengaliyan bi dil û bextewarî gerîla bi rê kirin.   ‘ME ERKE XWE YA PARASTINÊ PÊK ANÎ’   Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Kelar di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku gerîla heta niha bûne parçeyek ji têkoşîna mezin a Şengalê û ji niha û pê ve jî wezîfeya wan a sereke dê parastina vî gelî be. Kelar, diyar kir ku ji ber ku wan erka xwe ya parastina jiyana mirovan pêk anîn, dê bi dilek rehet ji Şengalê derbikevin û vedigerin qadên xwe yên çiyayên azad.   ‘DI ÊRÎŞEK BIÇÛK DE DÊ CARDIN VEGERIN’   Kelar, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em îro li Çiyayê Şengalê di hizûra şehîdên xwe de merasîmê pêk tînin û koma xwe ya dawî ya gerîlayên HPG û YJA-Starê ji Şengalê derdixîn in. Gerîlayên me bi rengekî bê kêmasî wezîfeya xwe ya parastinê bi cih anîn. Civaka Êzidî civakek qedîm û bi rûmet e. Ji ber vê yekê parastina vê civakê wezîfe û şerefa me ye. Dilê me rehet e ji ber ku me ev wezîfeya xwe bi cih anîne." Kelar di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku bi banga rêxistina xwe, bi rengekî bicihanîna wezîfeya xwe ew ji Şengalê vedikişin, lê belê eger êrîşek li civaka Êzidî were kirin wê careke li cem gel bin.    'GERÎLA JIYAN JI NÛ VE HÎNÎ ME KIR'   Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Huseyîn Hecî dûre axivî û wiha got: "Ji roja destpêkê ya fermanê ve gerîlayan di ber me de canê xwe feda kirin. Piştî ku 3'ê Tebaxa 2013'an ferman li me rabû, gerîla ji bo rizgarkirina civaka Êzidî hatin. Ji bo gelê me rizgar bike, roja destpêkê gerîla xwe gihandin Şengalê. Piştî ku DAIŞ hat şkandin, hevalan gelek cih rizgar kirin. Gerîla bi awayekê hêja û serkeftî wezîfeya xwe bi cih anîn û wezîfa xwe niha radestî Meclîs û hêzên parastinê yên Şengalê dikin. Ji bo carek din ferman ranebin al radestî me kirin. Bi têgihiştina wan em ê jî vê alê timî li ba bikin. Hebûna saziyên heyî û YBŞ û YJŞ ku hêzên xweparastinê ne, bi saya wan e ava bûn. Her şehîdên ku wan di vê oxirê de dane, ewladên vî gelî ne û ji xwîna me jî hêjatir in. Bi saya wan em îro li vir û em ji wan re dibêjin, ev şehîd parçeyek ji me ne."   Piştî merasîmê gerîla bi konvoyek dirêj bi rê ketin û di her cihê têre derbas bû bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku nexwestin gerîla biçin heya demekê konvoy rawestandin. Piştî welatî hatin qane kirin, konvoy ber bi baregahên xwe ketin rê.