Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin 2018-04-02 15:29:49 ENQERE - Walîtiya Colemêrgê çalakiyên wekî meş, daxuyanî û xwepêşandan ji bo 30 rojan li Colemêrgê qedexe kir.  Walîtiya Colemêrgê li ser malpera înternetê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li tevahiya bajarê Colemêrgê hemû çalakî û bernameyên civakî ji bo 30 rojan qedexe kiriye. Walitiyê da zanîn ku daxuyanî, vekirina konan, vekirina standan û çalakiyên wekî wan li tevahiya bajar hatiye qedexekirin. Walitiyê çalakiyên rayedarên dewletê yên wekî civîn, merasim, şahî, oxirkirina leşkeran û pêşwazîkirin jî serbest hişt.