‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû 2018-04-02 12:31:00 STENBOL – Fîrmaya Înşatê ya Yapi&Yapi axaftina kurdî li karkeran qedexe kiribû. Rayedarên şirketê ji bo lêborîna xwe bixwazin çûn serdana karkeran û serî li sosretek din dan û gotin: “Nivîs ji bo karkerên ji Sûriyeyê bû.” Karkeran jî got ku lêborîna wan ji qebahetê wan mezintir e û xebatkarên ji Sûriyeyê jî di înşatê de naxebitin.  Fîrmaya karê înşatê dike ya Yapi&Yapi ku bi hevkariya TOKÎ li Stenbolê avahiyan çê dike, axaftina kurdî ya karkerên kurd a li înşat û şantiyeyê qedexe kiribû. Ev fîrma herî zêde kar ji saziyên fermî yê dewletê digire û îhaleyên rê û parkan ên li Stenbolê digire û dixebite. Nêzî 500 karkerê vê fîrmayê hene û ji sedî 80’ê ji wan kurd in. Di 28’ê adarê de fîrmayê nivîsek şand şantiyeya înşatê û gotibû ku axaftina kurdî ya karkeran hemû xebatkaran aciz dike.    'KARKERAN XWEST JI HEMÛ KARKERAN LÊBORÎN BIXWAZIN’    Piştî mijar li ser çapemeniyê belav bû, rayedarên fîrmayê di 30’ê adarê de çûn şantiyeya karkeran û bi komek karker re hevdîtin kirin. Endezyarê Fîrmayê Bugra Erol ê ku îmzeya wî li bin nivîsa qedexekirin zimanê kurdî bû jî di nav de rayedarên şirketê xwestin ji karkeran lêborîn bixwazin. Lê karkeran xwest ku ji hemû karkeran lêborîn bê xwestin.    ‘NE LI YÊN KURDÎ DIAXIVIN, JI BO SÛRIYEYAN BÛ’    Berpirsê qedexekirina zimanê kurdî Bugra Erol ji karkeran re wiha got: “Nivîs ne ji bo kesên bi kurdî biaxivin bû. Li vir Sûriyeyî hene. Me vê nivîsê ji bo wan şandibû.” Karkeran jî destnîşan kir ku berpirsê ziman qedexeye kiriye xwestiye mijarê wisa rave bike û karkerên ji Sûriyeyê jî li gel wan naxebitin.    DÊ DUBARE BI KARKERAN RE HEVDÎTIN BIKIN    Li ser vê yekê rayedarên fîrmayê ragihandibûn ku dê roja şemiyê jî biçin hevdîtinê. Lê ancax roja şemiyê tu hevdîtin pêk nehat. Li bendê ye rayedarên fîrmayê îro carek din biçin şantiyeyê û bi karkeran re hevdîtin bikin.    Karkeran bertek nîşanî rewşa bi serê wan ve qewimiye dan û gotin: “Lêborîn xwestina wan ji qebhetê wan mezintir e.”