Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin 2018-04-02 09:32:58 AMED - Li Amedê dayîka bi navê A.D. ji ber sile li keça xwe ya 13 salî N.D. da, der barê wê de lêpirsîn hat vekirin. Dozger bi daxwaza salek ceza doz li A.D.  vekir. A.D. ger ku rastî ceza bê dê mafê xwe yê dayikbûnê winda bike.  Di 18'ê Tebaxa 2017'an de li Navçeya Rezan a Amedê li mala A.D. 200 TL winda bû. Piştî pere winda bû di navbera 2 xwiş û birayan de niqaş derket. Piştî dayika 53 salî A.D, niqaş bihîst û N.D ya 13 salî hat sucdarkirin sîleyek li N.D xist. Li ser vê yekê keça 13 salî N.D. çû qereqola polisan û li dayika xwe gilî kir. N.D. piştre çû nexweşxaneyê û rapor stend. Piştî bûyerê Serdozgere Komarê yê Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Dozger li ser giliyê N.D. ya 13 salî der barê Dayika 53 salî A.D. de bi sucdariya "birîndar kiriye" ji 4 mehan heta salekê ceza xwest û doz vekir.   GER CEZA BÊ ERÊKIRIN DÊ MAFÊ DAYIKBÛNÊ JÊ BISTÎNIN   Di darizandinê de ger ku dadgeh cezayê dayik A.D. erê bike, Dayik A.D. dê mafê xwe yê dayikbûna N.D. winda bike. Doz dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê dîtin.    MA / Deniz Tekin