Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye 2018-04-02 09:32:21 ÎZMÎR – 2'emîn rûniştina doza 138 endam û rêveberên HDP’ê yên di doz a Manisayê de tên darizandin dê di 4'ê Nîsanê de bê dîtin. Beriya danişîna dozê parêzerê siyasetmedarên kurd Mazlum Demîrbag, diyar kir ku ji bo dawî li siyaseta HDP’ê bînin bi destê darazê operasyon pêş xistin.  Li Manîsa piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de der barê siyasetmedarên kurd ên li Manîsa operasyonên siyasî hat destpêkirin. Di operasyonan de 138 kes hatin binçavkirin û ji wan 57 kes hatin girtin. Di operasyonên siyasî yên 2 salan de bi sedan endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Der barê 138 endam û rêveberên HDP'ê de ji heman dosyayê doz hat vekirin û yekemîn danişîna doza wan 5 rojan berdewam kir. Der barê rêveberên HDP’ê de îdîanameya torbe hat amadekirin. Bi sedema alikarî dane kameleya Rojava, tev li xebatên Platforma Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Manîsayê bûne û beşdarî merasima cenazeyê kesên di komkujiya 10'ê Kanûnê de li Enqere jiyana xwe ji dest dan bûne doz li wan hat vekrin. Yekemin danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê li Edlîyeya Manîsayê hat dîtin. Serokê heyeta dadgehê Nizamettin Bagci yê di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat kuştin wekî “Endamê rêxistinê" pênase kir. Danişina dozê bi astengî û aloziyan hat ditin. Di danişîna ewil de 25 siyasetmedarên kurd serbest hatin berdan. Niha 32 jê girtî 138 kes tên darizandin.    BERÊ JÎ 16 CIWAN HATIN GIRTIN Û PIŞTÎ 2 SALAN GIRTÎ MAN HATIN BERAET KIRIN   2'emîn danişîna doza 32 jê girtî 138 siyasetmedarên kurd dê di 4'ê Nisanê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê dewam bike. Di yekemîn danişina dozê de dosyayên koma Saruhan, koma Navenda Manîsa û dosyek din bi giştî 3 dosya kirin yek. Danişîna dozê dê tevî koma Saruhanê di 4'e Nîsanê de bê dîtin. Dê di 11'ê Nîsanê û 24'ê Nîsanê bi komên din ên doza Manîsayê berdewam bike.    Parêzerê dozê Mazlum Demîrbag, anî ziman ku piştî komkujiya li Enqereyê yên beşdarî merasima cenaze ya li Saruhanliyê bûn lêpirsîna der barê siyasetmedaran dest pê kir û wiha got: "Lêpirsînê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê bi binçavkirinê dest pê kir. Ji ber ku 2 salin der barê dosyayan de biryara veşartinê hebû me naveroka dosyayê nedît. Dosyayên hatin pêş me tenê ji ber daxuyanî û xebatên siyasî bûn. Bi armanca xebatên HDP’ê li Manîsayê xelas bikin operasyonek bi vî rengî hat destpêkirin. Di idîanameyê de HDP wekî partiyek îlegal hat nîşandan. Der barê endam û rêveberên HDP'ê de ji ber guhdarkirinê telefonê û guhdarkirinên holê doz vekirine. Divê di vê rûniştina li pêş me de hemû kesên girtî bên berdan û heyet der barê hemû siyasetmedaran de biryara beraetê bide."