Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir 2023-02-02 22:28:55   WAN- Duh bi şev polîsan wesayîta Azmî Yildiz gulebaran kir. Yildiz li nexweşxaneyê tê dermankirin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhanê li ser medyaya sanal ragihand ku duh bi şev gava welatiyê bi navê Azmî Yildiz ji serdana xizmekî xwe vegeriyaye, polîsên sivîl wesayîta wî gulebaran kirin.    Daxuyaniya Orhanê bi vî rengî ye: "Azmî Yildiz ku duh bi şev ji serdana xizmekî xwe vegeriyaye, li ser rêya Qelqelî-Wanê ferq kiriye ku 2 wesayîtên sivîl dane dû wî û ji ber vê qilqiqlî ye. Polîsên di wesayîta sivîl de wesayîta Yildiz guleberan kirine. Yildiz birîndar bûye û polîs wî bi vî awayî ji wesayîtê daxistine û lêxistine. Yildiz, niha li nexweşxaneyê ye. Em şîfayê jê re dixwazin. Li welêt ewlehiya canî tune ye."