Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn 2023-02-02 19:17:16   MÊRDÎN - Li Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncuyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   Danişîna biryarê ya doza Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu ku piştî erka wan ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin hatibûn girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê hat lidarxistin. Hevşaredar beşdarî danişînê nebûn, lê parêzerên wan di danişînê de amade bûn.   Di danişînê de piştî xwendina belgeyan, dozger xwest hevşaredar bên xezakirin. Parêzer Azad Yildirim, li dijî mutalayê mafê axaftinê girt. Piştre, Parêzer Erdal Kûzû parastin kir û diyar kir ku piranî delîlên di îdianameyê de bi belgeyan pûç kirine.   Parêzer Necat Çiray jî gotina Gobbels (wezîrê propagandayê yê Hitler) ku gortibû “Derewek çi qasî mezin be, ewqas bi bawertir e” bibîr xist û got: “Hemû îdiayên di dosyayê de derew in.”   Parêzer Ferhat Îbrahîmoglû jî destnîşan kir ku lêpirsîn bi temamî li dijî HDP’ê hatiye destpêkirin û got ku dadegehê li gel parastin û daxwazên wan jî heta niha tu gav neavêtiye.   Parêzer Şeyhmûs Taşkin jî xwest ku Oncu were berdan.   CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ   Şandeya Dadgehê ji bo doza ku di sala 2011'an de der barê Elîkê de hatibû vekirin û bi dosyeyê heyî ve hatibû girêdan, biryara beraetê da. Dadgehê, di dosyaya sereke de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Oncu û Elîkê birî û biryara domandina qedexeya derketina derve da.