Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê 2023-02-02 16:19:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê heta niha jî tu alîkarî nedaye mexdûrên erdheja Xoyê û hesabên ji bo piştevaniya bi mexdûran re hatine vekirin jî bloqe kir.    Di 28’ê çileyê de li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9’ê erdhej çêbû. Di erdhejê de 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûn.    ALÎKARÎ TÊN ASTENGKIRIN   Bi ser erdhejê re 5 roj derbas bûn lê rejîma Îranê heta niha jî tu alîkarî nedane mexdûrên erdhejê. Li ser vê yekê welatiyan li ser medyaya civakî xwe birêxistin kir û ji bo alîkariyê hesabekê banqeyê vekirin. Lê belê rejîmê ev hesabên banqeyê jî bloqe kir.    Lîstikvanê futbolê yê Persepolisê û Dîrektorê Teknîk Karîm Bagherî da zanîn ku ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re hesab vekiribû lê ev hesab hatiye bloqekirin. Her wiha li gorî agahiyên ji herêmê; gel ji bo kon û xwarinê çûn pêşiya saziyên fermî lê polîsan êrişî gel kir. Hat ragihandin ku dewletê tenê 90 kon û 15 sobe şandine herêmê.