Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin 2023-02-02 16:18:34   AMED - Pêkhateyên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, bertek nîşanî gefên kuştinê yên li ser medyaya dîjîtal li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî hatin xwarin dan û gotin: “Em di ferqa peyamê de ne, em ê bêdeng neminin. Em gefan şermezar dikin.”   Endamên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê têkildarî gefên kuştinê yên li ser medyaya dîjîtal li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî hatin xwarin li ber avahiya xizmetê ya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Odeya Bijîşkan a Amedê, KESK û sendîkayên girêdayî wê, parêzerên baroyê, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Keskan û gelek kes amade bûn.    ‘HIN NIVÎSÊN ARMANCKIRÎ HENE’    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya yê beriya daxuyaniyê axivî wiha got: “Wekî hûn jî dizanin di van salên dawî de di hin organên çapemeniyê û kanalên medyaya civakî de hin nivîsên armanckirî hene ku bi taybetî li Amedê rêxistinên me yên sivîl ên civakî armanc dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev ne tesaduf in û senaryoyeke demên borî ne. Di demên dawî de li ser medyaya civakî xebatek heye ku Serokê Baroya me û malbata wî dike hedef û her kes vê dibîne. Têkildarî vê me rojên derbasbûyî platformeke bajêr ku di nav de rêxistinên kedê û mafan jî hene ava kir. Me li ser van bûyerên dawî metneke hevpar nivîsand.”   ‘EM DI FERQA PEYAMAN DE NE’   Piştre li ser navê platformê daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ji aliyê Seroka Desteya Rêveberiya Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û BaşûrêRojhilat (DOGUNKAD) Rojda Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz, bal kişand ku weke welat dikevin pêvajoyeke hilbijartinê ya dîroka wê hatiye diyarkirin û wiha got: “Em di van rojan de dibin şahidên nîşaneyên tengezarî û hewldanên provokatîf ku berê gelek caran hatine ceribandin. Serokê hêja yê Baroya me ya Amedê ku di cıvata hiqûqa netewî û navnetewî xwedî cihekî rêzdar e û malbata wî bi parvekirina dane û wêneyên wan ên medyaya dîjîtal de gef li wan hatiye xwarin û ji aliyê hin derdorên diyar ve hedef hatine nîşandan. Di pêvajoyeke ewqas girîng de em di ferqa peyama ku hatiye dayîn de ne.”   ‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’   Yilmaz, destnîşan kir ku ew ê tu carî nehêlin bajarê Amedê ji bo provokasyon û zextan weke zemînekê bê bikaranîn û wiha berdewam kir: “Di demeke ku êrişa bombeyî ya di 5’ê hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê pêk hat hêj di hişê mirovan de ye û birîna Serokê baroya me parêzer Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling hatibû qetilkirin jî hêj baş nebûye de gef li Nahît Eren û malbata wî tên xwarin, helbet em ê li hember van gefên bêdeng nemînin.”   ‘EM LI CEM SEROKÊ BAROYA XWE NE’   Yilmaz, axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Wekî her kes dizane, em qebûl nakin ku kesên li ser platformên medyaya civakî tehamulî rexneyeke herî biçûk jî nakin û ji bo tespîtkirina van kesan hemû derfetên teknolojîyê bi kar tînin, li hemberî van gefan bêdeng dimînin. Em vê bêdengiyê qebûl nakin.  Em baş dizanin ku bêdengiya li pêşberî van gefan û pêkanîna bêcezahiştina dadgeriyê jî cesaretê dide van kesan. Em bi fikar in ku ev mirovên ku çavkanî û navnîşana wan ne diyar e, armanc dikin ku bi rêya bajar û gelê Amedê welêt û tevahiya civakê dîzayn bikin. Em gefên li ser serok û malbata wî ya baroya me ku yek ji pêkhateyên platforma parastina bajêr û hevgiriyê ye şermezar dikin û em dixwazin ku hemû bajar bizanibe ku li cem baroya me radiweste.”    ‘BILA KES DERKEVIN PÊŞBERÎ DARAZÊ’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê di dawiya axaftinê de spasiyên xwe pêşkeşî herkesên hevgiriyê nîşan dan kirin û wiha axivî: “Tişta ku em hemû dixwazin, di eslê xwe da hawireke aştîyê ye. Mixabin Baroya Amedê di demên berê de rastî van gefan hat û berdêlên mezin da. Me bi zanebûna her tiştên bi serê me ve hatin, ev berpirsyarî girtin ser xwe. Lê belê em ê li pêşberî vê feraseta ku gefê li ferdên malbata me dixwe, bêdeng nemînin. Ez weke Serokê Baroya Amedê daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de ev hêzên tarî werin tespîtkirin û radestî dadgeriyê werin kirin. Di vî warî de serlêdanên me li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kirine hene û ez dizanim ku di vî warî de li mirovên pêwîst digerin. Em dizanin ku dem bi dem li Amedê li dijî rêxistinên din ên sivîl gef tên xwarin. Bêcezahiştin hêzê dide wan. Em daxwaz dikin ku dadgerî di zûtirîn demê de hesasiyeta pêwîst nîşan bide. Em ji bo piştevaniya wan spasîya nûnerên alîyên siyasî dikin.”