Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû 2023-02-02 16:02:42   AMED - Rojnamevan Ramazan Akogûl ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, cara duyemîn beraet bû.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Ramazan Akogûl ku ji ber çalakiya girtina rê şopandibû û bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, cara duyemîn hat beraetkirin. Danişîna doza Akogûl ku beriya niha jî hatibû beraetkirin û dozgeriyê îtîrazî biryara beraetê kiribû û ji nû ve hat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Akogûl tev li danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Temûr di danişînê de amade bû. Piştî parastina parêzer dadgehê cara duyemîn derbarê Akogûl de biryara beraetê da.