Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye 2018-04-01 16:33:11 AMED - Der barê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li avahiya HDP'ê ya Amedê panel hat li darxistin. Di panelê de ji parêzerê Buroya Hiqûqa Sedsalê Mazlum Dinç, diyar kir ku fikrên Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn de hêzên navneteweyî bêzar kirine û wiha got: "Ji ber fikrên Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn de bi destê hêzên navneteweyî li ser Ocalan tecrîd heye."  Li avahiya HDP'ê ya Amedê têkildarî 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser Ocalan panel hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Ziya Pir û Sîbel Yigîtalp, ji endamê Hiqûqa Buroya Sedsalê Mazlum Dinç, endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê, û gelek welatiyên din tev li panelê bûn. li salonê "Yên dilê wan bi agir û serkeftinê dişewitin dikarin bi mere bimeşin", "Heta rîskên mezin negirin ber çavan serkeftinên mezin nayên bi destxistin" û "Şoreşa li Kurdistanê li Rojhilata Navîn ronesans e." vekirin.   Panelê ji bo Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag  yên di Meşa Amara ya 2009'an de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştre Parêzerê Ocalan Mazlum Dinç axivî û wiha got: "Hêzên navneteweyî ji ber fikrên Ocalan li pêş polîtikayên xwe asteng dit bi komployek navneteweyî Ocalan dîl girtin. Niha jî dîsa ji ber fikrên Ocalan li pêş polîtîkayên xwe asteng dibîne tecrîdê giran dikin. Di tecrîda li ser Ocalan tê meşandin de destê hemû dewletên navneteweyî heye. Ocalan heta sala 2009'an bi tena serê xwe rojê 22 saetan di yek hucreyê de derbas kir. Tenê rojê 2 saetan sûd ji mafê hewşê girt. Bi derve re tu têkiliya wî tune bû. Mafê wî yê bi parêzer û malbatê re hat astengkirin. Rojnameyên ku dan wî jî sansur kirin û piştre danê. Gelek caran rojname mehek şûnde didan wî. Tevî hemû van astengiyan, birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya Tirkiye projeyên mezin pêş xist. Wekî ku hêzên navneteweyi dixwest di navbera Ocalan û gelan de têkilî qut nebû. Bi her awayî bu dengê gelan. Ji ber vê yekê piştî 11'ê Îlona 2016'an ku Mehmet Ocalan hevditin kir û şûnde carek din destûr nedan ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê. Ji wê demê heta niha ne parêzer û ne jî malbat bi Ocalan re hevdîtin nekirine û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Dema mijar dibe Ocalan û kurd, dewlet qanûnên navneteweyî nas nake."    OCALAN BU PÊŞENGÊ ŞOREŞA JINAN'   Piştî Dînç Aktîfîsta Tevgera Jinên (TJA) Dîdar Çeşme axivî û wiha got: “Li ser têkoşîna jinan bandora Ocalan pir mezine. Ocalan jin beşdarî têkolîna neteweyî ya heyî kirin. Ocalan şoreşa jinê piştî şoreşa neteweyî nehişt. Gava Ocalan teza Kurdistan mêtîngehe danî holê, teza jin jî mêtîngehin danî holê.  Di vê çarçoveyê de cara yekemîn jin beşdarî têkoşînê bûn. Jinên mîna Binevş Agal li Cizîrê bûn pêşengên serhildanên gel. Cardin bi sedan Bêrîtan li dijî îxanetê çalakî pêk anîn. Gava em lêkolîn dikin, em dibînin di çîroka jinên kurd de çîroka şoreşekê heye. Jinên ku ji malê dernediketin, dinava civakê de bûn xwe dî mîsyon û li her qadê têkoşiyan.”   'RAMANÊN OCALAN GEHIŞT BI MILYONAN '   Dûre endamê Dîwana KCD’ê Hîlmî Aydogdu jî axivî û diyar kir ku Ocalan dibin şer û mercên pir xerab de têkolîna azadiya gelê kurd bi rêve bir. Aydogdu, bal kişand ser têkoşîna Ocalan a zanîngehê û wiha got: “Ocalan heya darbeya 1980’î jî têkoşîna rêxistinbûyînê bi rêve dibir. Ocalan berevajî tevgerên din ên kurdan,  bi ruhê rêbertiyê dest bi têkoşînê kir. Ocalan hemû kurd û tevgerên çep-sosyalîst lêkolîn kirin. Ligel cîhanek du cemser û şerê sar ê cîhanê tevgerek ava kir. Hêzên dagirker tim xwestin têkoşîna Ocalan bifetisîn in. Lê ligel hemû tunekirin û înkaran, ramanên Ocalan gehişt bi mîlyonan.”   Piştî axaftina Aydogdu, panel bi pirs û bersivan berdewan dike.