‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike' 2018-04-01 15:24:21 STENBOL – Rêveberên PSAKD'ê diyar kirin ku bi girtina endamên wan hikûmet dixwaze elewiyên xwe ava bike û elewiyên ku daxwaza mafê xwe dike ji vîna wan ji destê wan bigire. Serokê Giştî yê ABF'ê Muhittin Yildiz wiha got: “AKP hewl dide ku elewiyên xwe ava bike."  Di 16'ê Adarê de polîsan bi ser malên endam û rêveberên Federasyona Bektaşî ya Elewiyan (ABF) û Komeleya Çanda Pir Sultan Abdalê (PSAKD) de girtin û 16 endam û rêveberên PSAKD'ê li Erzînganê binçavkirin. Rêveberiya PSAKD'ê li pêş Operaya Sûreyya ya Kadikoyê daxuyanî dan. Rêveberên PSAKD'ê pankarta “Bila canên me yên girtî bên berdan" vekirin û dowîzên “Em nabin elewiyên dewletê", “Em li dijî Yezidê bibin zulfikar" rakirin. Nûnerê gelek saziyan jî piştgirî dan wan. Serokê Şaxa PSAKD'ê Songul Tunçdemîr,  anî ziman ku îktîdar bi OHAL û KHK'yan yên dijdemokratîk û faşizan hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Bi dehan rojnamegerên muxalif girtî ne. Bi hezaran akademîsyen û rêwşenbir hatin girtin. Em wekî saziyên elewî dê bi saziyên din ên demokratîk de mil bidin hev û tebikoşin. Em dê Tirkiye ji tariyê rizgar bikin û bibin rojên ronî.    Serokê Giştî yê ABF'ê Muhittin Yildiz, jî bal kişand ser girtina endamên  PSADK'e yên Erzînganê û wiha got: "Bi girtina endamên me, hikûmet dixwaze elewiyên xwe ava bike û elewiyên ku daxwaza mafê xwe dike ji vîna wan ji destê wan bigire. AKP hewl dide ku elewiyên xwe ava bike. Em dixwazin canên me serbest bên berdan."