Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû 2018-04-01 13:59:10 MÊRDÎN/RIHA – Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û Rihayê, bernameyên têkildarî 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan diyar kirin. Rêxistinên HDP-DBP'ê, bang li her kesî kirin ku di 3'ê Nisanê de tev li "Meşa Amara" bibin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) ya Mêrdînê bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê de li Amara bê pîrozkirin, li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê Alî Atalan, Endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, endam û rêveberên HDP'ê û DBP'ê amade bûn. Endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, diyar kir ku dê bi beşdarbûna gelek navçeyan rojbûna Rêberê PKK'ê Ocalan pîroz bikin û wiha got: “Xwedîderketina jiyana Ocalan xwedîderketina jiyana xwe bi xwe ye. Em dixwazin demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe." Çareseriya Rojhilata Navîn di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Ji ber vê yekê em dixwazin demek beri demekê deriyên Îmraliyê bên vekirin û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin."    Bi daxuyaniyê bernameya 4'ê Nîsanê aşkere kirin. Bernameya 4'ê Nîsanê wiha ye:    “ * Di 3'ê Nîsanê de meşa Amara.  * Di 4'ê Nîsanê de dê li navçeyên Nisêbînê pîrozbahî bên kirin.    * Di 5'ê nîsanê de dê li Nisêbinê panel bê lidarxistin.    * Di 6'ê Nîsanê de li Qoserê civîna gel dê bê lidarxistin.    * Di 7'ê Nîsanê de li Navçeya Navendî Artûkluyê civîna gel bê lidarxistin.    'EM DÊ LI AMARA BIN'   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgîn Irgat, rêveberên HDP'ê yên Riha û navçeyên Rihayê amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber polîtikayên keyfî tecrîdek giran tê meşandin û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe têkoşîn û kedek mezin da. bu fikr û pêşnişarên xwe rê nîşan da. Lê 19 salin li dijî pîvanên demokrasî û hiqûqa gerdûnî tecrîda giran tê meşandin. Birêz Ocalan 19 salin di bin tecrîda giran de dijî. Di bin tecrîda li dijî mirovahiyê tê meşandin. Daxwaza me ya herî zereke demek berî demekê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe ye. Ji 2004’an heta niha bi rêk û pêk û bi girseyî gelê Kurd diçe Amara û di 4'ê Nîsanê de Rojbûna Birêz Ocalan pîroz dike. Em dê îsal 14’emîn car 4'ê nîsanê biçin Rojbûna Birêz Ocalan pîroz bikin. Em dê biçin daxwazên xwe yên aştî û azadiyê carek din bînin ziman. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, ewlehî û tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan baş bibe em dê daxwazên xwe bînin ziman. Em dê têkoşina xwe ya aştiyê bêtir bilind bikin."    Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat jî bal kişand ser rapora CPT'ê û wiha got: "Wekî di rapora CPT de jî hat belgekirin niha Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. J ber vê yekê em nizanin rewşa Brêz Ocalan çiye. Em jî bi panel, meş û daxuyakniyan bi gelê xwe re li qadan bin. Em dê bixwazin ku piştî 2 salan be jî bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Em bawer dikin ku ev dê ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiye dê bêtir gelê li Tirkiye rehet bike. Dê bêhna gel bê ber wî."    'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Irgat, xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û diyaloga bi birêz Ocalan re çareser bibe. Li gorî rapora CPT ya 2 sal şûnde hat aşekrekirin tecrîd bi dawî bibe û ji nûve hevdîtin û diyalog bên destpêkirin.    Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, tu pirsgirêkên din ên li Tirkiye çareser nabin."