Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir 2018-04-01 11:53:20   SÊRT - Çawişekî pispor ê li Sêrtê di pevçûnekê de birîndar bû, mir.   Li navçeya Dihê ya Sêrtê di 30'ê Adarê de, di navbera endamên PKK'ê û leşkerên derketibûn operasyonê pevçû derket. Di pevçûnê de 6 cerdevan hatibûn kuşitin, 6 cerdevan û 5 leşker birîndar bûbûn. Ji leşkerên birîndar bûn, çawişê pispor Emre Dut ê 24 salî di saetên serê sibê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.