Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê 2023-01-28 18:29:24   STENBOL - Di Konferansa Jinan a 12'an a HDK'ê de rewşa rêxistinî û pêvajoya siyasî hat nirxandin û hat destnîşankirin ku dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê.    Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Konferansa Jinê ya Giştî ya 12'an li Hêwana Dawetê ya Labellayê li dar xist. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axaftina destpêkê kir. Piştî axaftina Demîrê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDK) Pervîn Bûldan û pêkhateyên HDK'ê axivîn. Piştî axaftinan konferans bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên pêkhateyên HDK'ê di konferansê de axivîn.    Di konferansê de ewilî pêvajoya siyasî hat nîqaşkirin. Di dema nirxandina pêvajoya siyasî de jinan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û û îşaret bi şer, qirkirina ekolojiyê, êrişên li ser elewiyan û kurdan, Peymana Stenbolê, êrişên li ser jinan, zext û çewisandin, îşkence, destdirêjî û destavêtinê û rewşa jinên penaber hat kirin. Jinan ku bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna civakî, destnîşan kirin ku dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinan.    Piştî nirxandina geşedanên li Tirkiyeyê û cîhanê, rapora xebatê hat xwendin. Piştî raporê xwarin hat dayîn. Piştî xwarinê jî jinan li ber stranan û bi berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî"yê govend gerand.    DANEZANA ENCAMÊ   piştî axaftinan ku li ser pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê û rewşa rêxistinî hat sekinandin û pêşniyarên çareserkirina van pirsgirêkan hatin berpêşkirin, pêşnûmaya biryarê hat xwendin. Biryarên hatin girtin berpêşî dengdayînê hatin kirin. Li ser biryaran lihev hat kirin. Paşê danezana encamê hat xwendin û berpêşî dengdayînê hat kirin. Di konferansê de lîsteya meclîsa giştî ku 51 jin tê de cih digirin hat xwendin.