HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya 2023-01-28 17:08:32   ÊLIH - HDP’a Êlihê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. Parlamenter Necdet Îpekyuz diyar kir ku tecrîd li her qadên jiyanê belav bûye û xwest têkoşîna li dijî tecrîdê bê mezinkirin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Êlihê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr re civîn li dar xist. Civîn li hotêlek li bajêr pêk hat û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên navend û bajêr, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li civînê bûn.    'EM DIXWAZIN LI WE GUHDAR BIKIN Û HÛN PÊŞNIYAZÊN XWE BIKIN’    Parlamenter Necdet Îpekyuz behsa naveroka civînê kir û wiha got: “Me hevdîtina li gel nûnerên rêxistinên sivîl re li Amedê pêk anî. Em van hevdîtinên xwe li bajarên cuda didomînin. Em îro jî li Êlihê civiyan. Wê ev civînên me bidomin. Armanca me li vir ne deklarekirina tiştekî ye. Em dixwazin li we guhdar bikin û ka nêrîn û pêşniyazên we çi ne. Êdî em çi bikin nekin jî hilbijartin di rojeva gel de ye. Her ku em ber bi hilbijartinê ve diçin aliyek em bi hilbijartinê ve eleqedar dibin û li aliyekî jî em bi doza Kobanê û doza girtina partiya me re eleqedar dibin. Her wiha meseleya blokekirina hesabê alîkariya bo partiya me heye. Ji sala 2015’an ve êriş li dijî partiya me pêk tên. Tecrîda li Îmraliyê jî dest pê kiriye li her qadên jiyanê belav bûye. Êdî însan hatine wê merhaleye nikarin nefesê bigirin.”    Îpekyuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li ser meseleya qeyûm biaxivin. Dê kî bibe namzet, tifaq di çi qonaxê de ne, tifaqa milet çi dibêje, tifaqa cumhur çi dibêje. Ji bilî van her du tifaqan, Tifaqa Ked û Azadiyê heye û dê çi bike, em ê bi partiyên Kurdistanî re çi peywendiyê deynin? Em dixwazin bi vî gelî re, bi nûnerên vî gelî re rêya xwe bidomînin. Di serî de Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan û têkoşîna çapemeniyê em hemû têkoşînê dimeşînin. Werin em hev rexne bikin, tevkariyê bikin, kêmasiyên xwe ji hev re ragihînin. Nirxên ku îro em anîne vê qonaxê hene û rûmeta me ne. Tiştên ku ew nikarin biqedînin hene, prensîbên me, nirx û rûmeta me hene. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo jiyaneke demokratîk û wekhev bi taybet di mijara pirsgirêka kurd de bixebitin.”   SERKEFTINA MEZIN   Piştre Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Racî Bîlîcî jî axivî û bal kişand ser têkoşîna rêxistinên sivîl û destnîşan kir ku di pêvajoyek wiha êrişên giran li ser partiya wan û rêxistinên sivîl heye dê yekitî û hevgirtin serkeftinên mezin bi xwe re bîne.    Piştî axaftinên hatin kirin, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.