Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn 2023-01-28 16:48:06   STENBOL - Endamên Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê diyar kirin ku pergala tecrîda li Îmraliyê rêveberiya îşkenceyê ye û ev bandorê li ser civakê dike û Girava Îmraliyê jî wek modelê tê bikaranîn.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê piştî serdan û têkiliyên 3 rojan li Amed, Stenbol û Enqereyê li Stenbolê "Foruma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê" li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Ebrû, wekîl, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker û rêveberên navendê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdar bûn.   REWŞEK NEDIYAR LI ÎMRALIYÊ HEYE    Sekretera Giştî ya OHD’ê parêzer Rengîn Ergul û endamê Komîyosna Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Veysî Eskî forûmê bi rê ve birin û destnîşan kirin ku 23 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û 23 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar nayê girtin û nayê zanîn li Îmraliyê çi diqewime. Parêzeran diyar kir ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û rê li ber hevdîtina were vekirin.    ‘TECRÎDA 24 SALAN DI 10 DEQÎQEYAN DE NAYÊ RAVEKIRIN’    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî jî destnîşan kir ku tecrîda 24 salan bi 10 deqîqeyan nayê ravekirin û behsa herka pergala tecrîda li Îmraliyê kir. Emekçî anî ziman ku bi cureyî têkiliya Abdullah Ocalan û derve ji hev tê qutkirin û qedexeya li dijî îşkenceyê bi awayek dijwar hatiye binpêkirin.    PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Endamên Delegasyonê jî axivîn û destnîşan kirin ku divê demildest dawî li tecrîda li ser Ocalan were anîn û wan di hevdîtinan de rûxandina ku tecrîdê bi xwe re aniye dîtine. Endamên Delegasyonê diyar kirin ku pergala tecrîda li Îmraliyê rêveberiya îşkenceyê ye û ev bandorê li ser civakê dike û Girava Îmraliyê jî wek modelê tê bikaranîn.    ‘TECRÎD RÊ LI BER ÇARESERIYÊ DIGIRE’    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku pergala tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka bingehîn a demokrasiye ye û ev tecrîda girankirî rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurd digire. Gunay destnîşan kir ku wê tecrîd têk here û wê azadî bi ser bikeve.    Forûm piştî axaftin û gotarên hatin pêşkêşkirin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.