Çawa hatin wisa çûn 2018-04-01 09:19:39 MÊRDÎN – Li Mêrdînê 13 rojan ceryan hatibû qutkirin. Ev yek bandor li turîzma Bajarê Antîk ê Darayê jî kir. Şêniyên gund, diyar kirin ku turîstên ji bo bajarê antîk hatin, ji ber bajar di tariyê de bû ji wesayîtên xwe jî daneketin û çûn.  Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ, bi hinceta “ceryana qaçax û nedayîna fatûreyan” ceryana 280 gundên girêdayî navçeyên Dêrik, Qoser, Nisêbîn û Artûklû yên Mêrdînê birîbû û 13 rojan bernedabû. Di vî 13 rojî de gundiyan nikaribû pêdiviyên xwe bi cih bînin û erdên xwe av bidin. Piştî Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Ahmet Eşref Fakibaba hat bajêr bi şertê “Êdî ceryan derî tomarkirinê neyê bikaranîn, saet bên bicihkirin û deyn bên dayîn” bi awayekî qismî ceryan hat berdan.    TURÎST ÇAWA HATIN WISA JÎ ÇÛN’    Şêniyên gundê Dara yê girêdayî Artûklûyê, diyar kirin ku nebûna ceryanê bandoreke neyînî li Bajarê Antîk ê Darayê kiriye.    Piştî ceryana Bajarê Antîk ê Darayê ku xwedî rabirdûyeke 1400 salî ye hat birîn, ev yek bandoreke neyînî li hatine turistin xwecihî û biyanî jî kir. Gelek turîstên ku ji bo serdana bajarê antîk hatin, ji ber nebûna ceryanê û tarîbûnê nikaribûn li deverên dîrokî bigerin, ji ber vê vegeriyan.     Welatiyên li gund esnaftiyê dikin, gotin turîstên ji bo gera cihwarê dîrokî hatin, ji ber tarîtiyê bêyî ku ji otobêsên xwe dakevin vegeriyan. Esnafên gund, diyar kirin ku ev rewş herî zêde tesîr li wan kiriye. Esnafan got di 13 rojan de ji sedî 70 karê wan ketiye.    Çend roj berê Walî Mûstafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Mêrdînê hat kirin gotibû: “Îsal em li bendê ne ku di turîzmê de reqoreke nû bişkînin. Hedefa me milyonek turîst in.” Welatiyan bertek nîşanî daxuyaniyên walî dan û gotin: “Bila were, tiştê dikeve ser milê wî bike.”