Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin 2023-01-28 16:30:05   COLEMÊRG - Rêxistinên sivîl ên bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman dan wiha gotin: “Girtina hevşaredaran û kesên hatine hilbijartin a bi rêya darazê teqez nayê qebûlkirin.”   Rêxistinên sivîl ên civakî yên li Colemêrgê têkildarî Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê di 26’ê çileyê de 10 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate girtin de daxuyanî dan. Endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Colemêrgê, DÎSK/Genel Îş, Yekitiya Odeyên Pîşekar û Dikandaran a Colemêrgê (HESOB), Desteya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Avahîsa û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Colemêrgê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrgê tev li daxuyaniya li avahiya Platforma Şaxa a KESK’ê hate dayîn bûn.  Di daxuyaniyê de endamê Şaxa OHD’a Colemêrgê Azad Ozer axivî.    Ozer ê diyar kir ku tevî Karaman tev li hemû danişînan bû jî bi hinceta ku gumana revîna wî heye hate girtin, anî ziman ku ev biryar ne hiqûqî ye û wiha got: “Em weke saziyên sivîl ên civakî ku têkoşîna ked û demokrasiyê didin vê bihiqûqiya di şexsê Hevşaredar Cîhan Karaman ê bi vîna gel hate hilbijartin de bi rêya darazê li bajarekê tê kirin teqez qebûl nakin.”