Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan 2023-01-28 16:08:16 STENBOL - ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin ku girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû yên rewşa wan giran e bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 566’emîn de li avahiya Komeleyê çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Gelek parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn û wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan” vekirin û dirûşm berz kirin. Komîsyona Girtîgehan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê û Emrah Nebîoglû yê di Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê de tê ragirtin û birayên hevin.    Endama ÎHD’a Stenbolê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî da û bal kişand ser giştînameya girtîgehan a bo girtiyên nexweş û destnîşan kir ku giştînameya ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye weşandin cihêkarî ye. Şamiloglû rewşa girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû yên birayên hev parve kir û her çiqas ji bo berdana wan û bo tedawiya wan serlêdan hatine kirin jî bêencam mane. Şamîloglû anî ziman ku her çiqas rewşa her du birayan giran e û Saziya Tiba Edlî ya berdana her du birayan asteng dike. Şamîloglû banga berdana her du birayan kir û xwestin demildest bên berdan.